May 22, 2022 08:34 Asia/Tehran
  • Li Mûsilê êriş li binkeya leşkerî ya Tirkiyê hat kirin

Binkeya leşekrî ya Tirkiyê li Başîkê li parêzgeha Neynewayê (Mûsil) rastî êrişekê hat û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.

Rûdawê ragihand ku îşev  21ê Gulanê 2022yan dronek ket nav binkeya leşekrî ya Tirkiyê ya li Nahiya Zelkanê li Başîkayê  ku di encama bûyerê de kesek birîndar bû, lê piştre ji ber birîna xwe ew miriye.

Derbarê nasnama kesê canê xwe ji dest daye de Rûdawê diyar kir ku ew kes karmendê xwaringeha baregehê bûye û  navê wî Xalîd Ebdulrehman e û temenê wî 22 sal bûye.

Rêveberê nahiya Zêlkanê Mihemed Emîn piştrast kir ku ew kesê ku canê xwe ji dest daye xelkê Her;ma Kurdistanê ye.

Hêj nayê zanîn êriş ji aliyê kê ve hatiye pêkanîn.

Tirkiyê hêj derbarê êrişa bo ser binkeya leşkerî ya Başîkê ti daxuyaniyek nedaye.

Beriya niha jî çend caran êrîşên mûşekî li dijî wê binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê hatine kirin.

Binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê ya li Zelkanê ku dikeve bakurê çiyayê Başîk, Tirkiyê piştî dagirkirina vê deverê ew di sala 2015an de ava kir.

Serepeyv