May 21, 2022 21:36 Asia/Tehran
  • Gotûbêja telefonî ya serokên Tirkiye û Holandayê

Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Holandayê li ser serîlêdana Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) gotûbêj kirin.

Tirkiye li dijî endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya di nav NATOyê de derketiye û qebûlkirina endamtiya her du welatan bi naskirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî komeke terorîst girê daye.

Li gorî rapora kanala radyo û televizyona Tirkiyê TRT`ê, serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh Înê li gel serokwezîrê Holendayê Mark Rutte bi telefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, di vê hevpeyvînê de her du aliyan li ser serlêdana Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê û pêşhatên dawî yên li herêmê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Erdogan dilgiraniya xwe ji têkiliyên her du welatan bi kes û komên ser bi PKK'ê re nîşan da û peymana Enqerê ya li ser endambûna Fînlandiyayê û Swêd di NATO'yê de bi qutkirina peywendiyên bi PKK'ê re merc kir.

Serepeyv