Sibat 05, 2026 14:35 Asia/Tehran
  • Natanyahu jî di dosîya Epistin da cî girtîye

Li gorî îmayleke nû ya aşkirabûyî têkildarî dosîya Cêfrî Epistin nîşan dide ku kesên ser bi wî bi Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst ra têkilî hebûne.

Di îmayleke nû da ku ji dosîya Epistin (qaçaxçîyê keçik u nûgîhayan) hatîye weşandin da, wêneyeke hevdîtina Epistin u Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst xûya dike. Ew îmayla ya 9ê Tebaxa sala 2014ê ye.

Berî vîya hatibûn ragihandin ku Tirkîye jî bi firotina bi sedan zarokî bo tawanbarên dosîya Epistin yek ji tawanbarên vê dosîyê ye, bi dû vê yekê Serdozgerîya Enqerê lêkolîna derbara têkilîya Cêfrî Epistin u Tirkîyê da dest pê kir. 

Li gorî ragihandina Serdozgerîya Enqerê, armanc ji vê lêkolînê naskirina zarokên tirkîyeyî ye ku tê gotin bo grava azirandina zarokan a Epistin hatine veguhestin. 

Malpera Şebekeya Nûçeyan a CNNê jî di analîzeke têkildarî bandorên dosîya Cêfrî Epistin da nivîsî ku riswatîyên di vê dosîyê da diqewime bilî Trump Serokwezîrê Ingilîzê jî tûşî serêşîyeke mezin bikin û heta bibin sedema ketina hikûmeta vî welatî.

Dosîya Epistin gendelîya exlaqî ya gellek serokên welatên rojavayî u berpirsên payebilind ên Amerîkayê aşkira dike. 

Çavdêr ser vê bawerê ne ku dosîya Epistin toreke Mossadê jib o kontrolkirina hikimdarên welatên rojavayî ye. Ev tora sîyonîstan şêwazeke qedîmî bi kar tine; kesên desthilatdar u dewlemend dixe rewşên riswaker da ji bo ku bacê ji wan bistîne û wan neçar bike bi alîyên sîyonîst ra bi merema pêkhatina daxwazên wan hevkarîyê bikin. 

 

 

Serepeyv