May 21, 2022 16:07 Asia/Tehran
  • Erdogan û Johnson endamtiya Swêd û Fînlandayê di nav NATOyê de gotûbêj kirin

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan bi Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson re peywendiyeke telefonî pêk anî û pê re ser endamtiya Swêd û Fînlanyayê de di rêxistina NATO yê de gotûbêj kir.

Li gor daxuyaniya Serokkomariya Tirkiyê di vê hevdîtinê de, ligel peywendiyên Tirkiye û Imaratê daxwaza endamtiya NATOyê ya welatên Finlanda û Swêde û şerê Rûsya-Ukraynayê jî di nav de pêşveçûnên navçeyê hatine gotûbêjkirin.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê di vê hevdîtinê de diyar kiriye ku peywendiya welatên Finlenda û Swêde ligel rêxistinên PKK-YPGê pirsgirêkeke bingehîn e û divê ev li ber çav bê girtin.

Erdogan di vê hevpeyvîna telefonî de amaje pê kiriye ku ew dixwazin di mijara xwedî derketina  Finlenda û Swêd li nirxên NATOyê piştrast bin û li beramber daxwaza endamtiya NATOyê ya welatên ku piştgiriyê didin terorê nerazîbûna welatiyên Tirkiyê jî neyê paşguhkirin.

Erdogan berî viya li parlamenta Tirkiyê, di civîna koma partiya xwe de axivî û got, Almanya, Fransa, Swêd eşkere piştevaniya PKK û YPG dikin, ji ber vê nikarin ji bo endamtiya her du welatan em bibêjin belê.

Erdogan herwiha got: “Ji hevpeymanên NATO daxwazeke me heye. Rêz li helwestên Tirkiyê bo parastina sînorên wê û ewlekarî û aramiya wê bigrin. Em ji bo parastina sînorên xwe hestiyar in. Me bacên mezin dane û em hê jî didin. Lê rêz negirtin. Em endamên NATO ne, lê nayê wê wateyê ku em bêyî pirs her daxwazê qebûl bikin.”

Serepeyv