May 21, 2022 10:11 Asia/Tehran
  • Tometbariyên nû yên Tirkiyê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek asteng li pêşiya vegera penaberên Sûriyê bi nav kir.

Li gorî nûçeya IRIB Newsê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglû îro Înê ragihand ku PKK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rê nadin welatiyên Sûriyê vegerin welatê xwe.

Çavuşoglu herwiha got: "Em ê li Sûriyê têkoşîna xwe ya li dijî PKK û YPGya ku rê li ber vegera gelê Sûriyê bo welatê xwe digire, bidomînin." Di encama xebatên me yên ji bo aramiyê de, nêzî 500 hezar Sûriyeyî vegeriyan herêmên paqijkirî yên li Bakurê Sûriyê.

Tirkiyê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê di Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) de şert kiriye ku ev du welat divê ku  PKK wek grûpeke terorîst nas bikin.

Serepeyv