May 20, 2022 16:08 Asia/Tehran
  •  Li Amedê 550 hezar kesan serdana pêşangeha El-Cizîrî kir

Pêşangeheke taybet bi berhemên alimê zana û dahênerê Kurd El Cizîrî el Kurdî li parêzgeha Amedê ya Kurdistana Tirkiyê hate vekirin. Hat diyarkirin ku 550 hezar kesan serdana pêşangeha El-Cizîrî kirine.

El- Cizîrî el Kurdî di qada zanista sîbernetîk, fizîk û çêkirina robotan de wek hosteyê herî mezin tê qebûlkirin. 25 makîne û robotên ku wî berî 850 salan bi nivîskî projeyên wan di pirtûkeke xwe de  danîbûn, di vê pêşangehê de tên nimayişkirin. Ev pêşangeh ji bo danasîn û naskirina El- Cizîrî û berhemên wî  bûye derfetek û geştiyar ji bo dîtina berhemên vî zanayê Kurd serdana pêşangehê dikin.

Serokê Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî Elî Çelîk got, “Cezerî weke hûn dizanin, zaneyekî vê herêmê bû. Beşeke  kesên serdana pêşangehê dikirin, nedizanîn ku ew li vê herêmê jiyaye û haya beşeke zêde ji wan jî ji El Cezerî nebû. Bi saya vê pêşangehê ji Cezerî agahdar bûn. Bi taybet weke hûn dibînin Cezerî wek serendezyar 25 salan li koşka Artukluyan a li vir maye. Ji ber ku Cezerî ji vê deverê ye ev yek bûye sedem ku geştiyarên navçeyê hinekê empatiyê jî bikin.”

Pêşangeh herî zêde bala xwendekaran dikişîne û rojane hejmareke zêde ya wan ji dibistanên  Amedê serdana  pêşangehê dikin. Kesên ku di pêşangehê de berhemên  El- Cizîrî dibînin li beramber wan matmayî dimînin û beşek ji wan jî dibêjin ev yekem car e ku zaneyek wiha yê Kurd nas bikin.

Geştiyar Fatma Kavak anî ziman, “Min nedizanî ku yekem dahênerê robotan e. Min nedizanî ku  makîneyên bi vî rengî ji aliyê wî ve hatine çêkirin. Ez dê ji niha û pêve hewla danasîna Cîzîrî bikim."

El- Cezîrî el Kurdî di sala 1153an de li Cizîra Botan jidayik bûye û di sala 1233an de jî li heman cihî koça dawî kiriye. Ev pêşangeha ku li Amedê tê de berhemên wî tên nîşandan di 25ê Adara îsal de hatiye vekirin û li gor amarên Serokayetiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî ya Amedê ji wê demê ve 550 hezar kesan serdana pêşangehê kirine.
 

Serepeyv