May 19, 2022 22:17 Asia/Tehran
  • Berdevka HDP: Şerfiroşiyên Tirkîyê jîyana gelên Rojhilata Navînê têxe ber metirsiyê

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, şerfiroşî û provokasyonên dewleta Tirk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn weke xetere û metirsî nirxand.

Ebru Gunay Berdevka HDP got ku partiya wê hewil dide bi muzakireya digel welatên cînar himberî wê sîyasetê bisekine.

Wê herwiha qeyrana aborî encama sîyasetên şerxwazîyê yên hikûmeta Tirkîyê da zanîn û amajeyî piştgirîya hikûmeta AKP ji komên terorîst û tundrê li Sûrîyê kir û got: Hikûmeta Tirkîyê destê xwe di şerê navxweyî li Sûrîyê da werda û piştgiriyeke ciddî da komên çete û tundrê.yên cîhadî.

Gunayê herwiha got: Hikûmeta Tirkîyê plana xwe ya tevlîkirina welatên rojavayî di mijara penaxwazan da ser esasa awaekirina 100 hezar penaxwazî darêşt, encama wê jî qeyrana penaxwazan a nika derxistiye holê.

Berdevka HDP di dawîyê da got: ji 5 lîre sermalîya ku li Tirkîyê tê berhevkirinê, 1.5 lîre jibo xercên şêrr tê bikaranîn. Şerên dervesînorî yên hikûmeta Tirkîyê bilî binpêkirina serwerîya welatan di esasê da di çarçova dijminatîya li himberî kurdan da ne. Hikûmeta Tirkîyê di her warî da êrişî destkevtên kurdan dike.

Serepeyv