Pervîn Buldan: Zimanê kurdî her bimîne û Erdogan mehkûmî tunebûnê ye
Hevseroka HDP di civîna fraksyona partîya xe da, Erdogan û AKP bi dijminatî û dijberîya li hemberî kurdan tawanbar kirin û xwest ku gel û partîyên opozîsyonê jibo guhertina pergala deshilatdar bi hev re têbikoşin.
Pervîn Buldan Hevseroka HDP, Serokomarê Tirkîyê û Serokê AKP bi dijminatiya li hemberî kurdan û şerfiroşiyê tawanbar kir û pêgirî li ser pêwîstîya têkoşîna hevpar a gel û partîyên opozîsyonê jibo guhertina pergala serdest kir. Wê herwiha Erdogan tawanbar kir ku dosiya kuştina Cemal Xaşiqçî rojnamevanê siûdî di berdêla dirêv da firote Erebistana Siûdî.
Pervîn Buldan her wiha bal kişand ser windahiyên 17-31’ê Gulanê û dayikên Şemiyê ku salên dirêj ên jiyana xwe ji bo zelalkirina aqûbeta windaiyan derbas kirin û got ku heta aqûbeta wan neyên ronîkirin dê partiya wan dest ji têkoşînê bernede.
Buldanê amajeyî êrişa hêzên polîs ên Tirkîyê ser gelê pişikdarê merasima birêkirina meytê Aysel Dogan çalakvana sîyasî ya kurd kir û ev serederî encama tirsa hikûmetê ji jidestdana desthilatê zanî û got: Hikûmeta AKP bilî parastina textê hikimdarîyê ne dilnigeranê tiştekî din e.