May 19, 2022 20:55 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Tirkîyê ser dijberiya li hemberî endamtiya Swêd û Finlandayê di NATOyê da

Serokomarê Tirkîyê dijberiya li hemberî endamtiya Swêd û Finlandayê di NATOyê da dubare kir.

Piştî ragihandina biryara Swêd û Finlandayê jibo endamtîya di NATOyê da, Tirkîyê ragihand ku ev biryara di rewşa nika de ku qeyrana şerê Ukraynayê berdewam e ne biryareke erênî ye. Lê rayedarên dewleta Tirk gellekî zû hin merc di vî warî da hilêxistin û aramanca xwe ya rastîn eşkera kir.

Nika jî Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkiyê helwesta vî welatî ya têkildarî daxwaza endamtiya Swêd û Finlandayê dubare kir.

Erdogîn îro di dawîn axavtina xwe da got: Tirkîye dijî tevlîbûna Swêd û Finlandayê di nav NATOyê de ye û nêrîna me di vî warî da naguhere.

Eva di halekê da ye ku şexsê Erdogîn û rayedarên din ên hikûmeta wî, duh ``girtina pêşîya çalakîyên PKK`` û ``rakirina boykotên welatên rojavayî û Amerîkayê`` ji wan vegerandina Tirkîyê nav proja hevpar a çêkirina balafirên cengê yên F35 ên amerîkî wek merc hilêxistin.

Erdoganê ku duh radestkirina endamên PKK ji hêla Swêdê va wek merceke razîbûna derheq endamtiya vî welatî di nav NATOyê da hilêxistibû, îro got: NATO sazîyeke ewlehiyê ye û em nikarin hebûna rêxistinên têrorîst di vê sazîyê da qebûl bikin.

Serokomarê Tirkîyê îro herwiha helwesta xwe tundtir kir û Swêd ``warê têrorê`` bi nav kir. hêjayî gotinê ye ku Serokwezîra Swêdê Magdalena Anderson jî ragihand ku biryar daye jibo qanihkirina Enqerê dê seredana Tirkîyê bike.

Serepeyv