May 19, 2022 11:15 Asia/Tehran
  • Helwêsta wezîrê derve yê Tirkiyê derbarê endamtiya Swêd û Finlandayê di nav NATOyê de

Di civîna Wezîrên Derve yên NATOyê ya li Berlînê de, ku serlêdanên endamtiya Swêd û Fînlandiyayê hat gotûbêjkirin, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ku bi piştgiriya xwe ya ji bo kurdên Sûriyê tê naskirin, bi meşandina polîtîkayên “femînîst tometbar kir û dengê ji rê bilind kir.

Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêrê dîplomatên beşdarî civîne bûne, civîn di rewşeke pir aloz de derbasbûye.

Di heman nûçeyê de hat ragihandin dema ku Fînlanda û Swêdê îşaret kirin ku ew difikirin biryara dîrokî ya tevlîbûna NATOyê bidin, hevbendên NATOyê li bendê bûn ku bersivek tund ji Moskowê bê, ne ji yek ji endamên wê.

Di civîna wezîrên derve yên NATO de bi hevtayên xwe yên Fînlandî û Swêdî re roja şemiyê ji bo mezintirîn guhertina ewlehiya Ewropî ya bi dehsalan pîroz bikin, Wezîrê Derve yê Tirkiyê rewş tevlî hev kir.

Dîplomatekî NATOyê ji Reutersê re li ser civîna êvarê ya li Berlînê got Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu "di rewşeke krîzê de bû".

Berî niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, ku ew piştgiriya endamtiya Fînlanda û Swêdê bo NATOyê nakin.

Li gor nûçeya Reutersê, Çavuşoglu di civîna Berlînê de ne tenê şert û mercên Tirkiyê daniye ber ku pêşniyarên endamtiyên nû qebûl bike, di heman demê dengê xwe ji Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde re jî bilind kir, ku sê dîplomatên NATO'yê gotin ku wî bê şermî ji hedê derbas kir.

Dîplomatekî din ê NATO'yê got, “Ji bo me demeke dîrokî bû û Çavûşoglû got, ew ji 'polîtîkaya femînîst' a Lînde aciz bûye û bi vî rengî drameke mezin bi xwe re anî. gelek hevalbendan ji bo aramkirina rewşê bêdengî hilbijart.”

Daxwazên sereke yên Enqerê rawestandina piştgirîya ji bo komên Kurd ên li welatên Skandînavyayê û rakirina qedexeyên firotina çekan ji bo Tirkiyê bûn.

Li gorî Reutersê, çavkaniyek ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne got: “Çavuşoglu li ser zextên Erdogan li pêşberî raya giştî helwesteke tund nîşan da û eger pir zêde pê de biçe metirsiya îzolekirina Tirkiyê ji aliyê hevalbendên biyanî heye.”

Serepeyv