May 19, 2022 09:42 Asia/Tehran
  • Li Tirkiye careke din nirxê benzînê hat zêde kirin

Li Tirkiyê nirxê benzînê lîreyek û 3 quruş hat zêdekirin. Bi vê bihakirina dawî lîtreyeke benzînê gihişt derdora 24 lîreyên Tirkî.

Li Tirkiye bi daketina nirxê lîreyê tirkî li beramber dolar û diravên biyanî bihabûna nirxan berdewam e. Li gor zanyariyan îro (19.05.2022) ji saet 00.00ê şûnde yek lîtereya benzînê li benzînxanên Tirkiyê dê lîreyek û 3 quruş bê bihakirin.

Bi vê bihabûna dawî yek lîtreya benzînê li Stenbolê dibe 23 lîre û 85 quruş, li Enqere dibe 23 lîre û 96 quruş û li Îzmîrê jî dibe 23 lîre û 97 quruş.

Ev di demekê de ye daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî berdewam e û niha 1 dolarê Amerîkî bi 15.97 lîreyên Tirkî ye. Bi daketina nirxê lîreyê Tirkî, di serî de enerjî û sotemenî, rojane kelûpel û pêdiviyên sereke jî di nav bazaran de biha dibin û hêza kirînê ya welatiyan dikeve.

Li Tirkiyê mûçeyê kêmane 4 hezar û 253 lîre ye û ew mûçe jî rojane li ber bihabûnan dihele. Tevî rexne û nerazîbûnên xelkê û partiyên opozîsyona Tirkiyê, hikûmeta AKP-MHPê ji bo zêdekirina hêza kirînê ya welatiyan ti pêngavek neavêtiye.

Serepeyv