May 19, 2022 08:59 Asia/Tehran
  • Tirkiyê helwesta NATOyê li hember welatê xwe rexne kir

Tirkiye bi hinceta ku piştgiriya PKKê, PYD û Cemaata Gulen dikin, li dijî endambûna Fînlandiya û Swêde ya di nav NATOYê de derdikeve. Berdevkê serokomarê Tirkiyê behsa gotûbêjan dike û dibêje "me deriyê xwe bi temamî negirtiye" lê serokomarê Tirkiyê nerazîbûna welatê xwe li beramber endambûna Finlandiya û Swedê di nava NATOyê de ragihand.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îdia dike ku helwesta herdu welatên Fînlandya û Swêdê li beramber rêxistinên terorî zelal nine û di dewamê de got: Ew dibêjin em li dijî rêkxistinên terorî ne lê ne wisa ye. Wan hê jî terorîstên ku li wan welatan dijîn radestî me nekirine.”

Berpirsên hikumeta Tirkiyê gelek caran NATOyê weke pêkhateyeke ku di navbera endamên xwe de ferqûcudatiyê dike didin nasandin. Lê Tirkiye heman demê dixwaze ku NATO di mijarên serbazî yên navçê de alikariya siyasetên wê yên zêdexwazî û dagirkeriyê bike.

Tirkiye sala 1952ê bû endamê NATOyê û bi hebûna 437 hezar serbazên muwazzaf û 380 hezar yedeka serbazî duyemîn hêza mezin a bejayî ya NATOyê ye. Tirkiye heman demê dixwaze sûdeke diplomatîk û siyasî jî ji vê hêza xwe bistîne.

Generalê Teqawît ji Artêşa Tirkiyê Alpay Gûray  diyar kir “Dema em li hejmara serbazên herdu welatênFinlanda û Swêdê dinêrin hema nake 30 hezar serbaz jî, lê dema ew her du welat bibin endamê NATOyê ew ê bibin armancên serbazî yên Rusyayê, dibe ku Tirkiye ji ber xala 5 ya rêkevitina NATOyê ji bo van welatan bikeve nava şerekî jî, Tirkiye çima ji bo wan welatan tiştekî wisa qebûl bike, çima xwe bixe rîskê, di demekê de ku ew jî piştgiriya rêkxistinên terorî yên li dijî Tirkiyê dikin.”

Serepeyv