May 18, 2022 21:27 Asia/Tehran
  • Erdogan plana xwe ya guhertina demografiya deverên kurdî li Sûriyê eşkere kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ew dê li deverên kurdî û bakurê Sûriyê 13 komelgehên niştecihbûnê bo milyonek kes ava bikin.

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê îro di civîna fraksiyona partiya xwe de li ser pêşhatên dawî yên siyasî axivî.

Rewşa Balafirgeha Ataturk a Stenbolê, mijara penaber û koçberên li Tirkiyê û proseya endamtiya Swêd û Finlandayê di NATOyê de mijarên sereke yên gotara Erdogan bûn.

Erdogan li ser mijara Balafirgeha Ataturk a Stenbolê ku biryar e bê hilweşandin û CHP jî nerazî ye ku em wê bikin parkeke niştimanî ya mezin û herwiha aşkere kir ku ew dê roja 29ê Gulanê salvegera dagirkirina Stenbolê li Balafirgeha Stenbolê bi bîr bînin.

Li ser mesela koçber û penaberan jî Erdogan dîsa îdia kir ku ew ti kesî bi zorê venagerînin û nîqaşa li ser penaberan jî wek beşek ji `planeke qirêj` binav kir. Lê Erdogan dûbare jî kir ku ew li bakurê Sûriyê 13 komelgehên niştecihbûnê ava dikin bo milyonek kes û got, wan beşeke mezin a wan bajaran jî temam kirine.

Erdogan li ser daxwaza Swêd û Finlend a bo endamtiya NATOyê jî careke din ew welat bi piştgiriya PKK/YPGê tomehmetbar kirin û got, wan daxwaza 30 kesan ji Swêdê kiribû lê Swêdê ew kes radest nekiribûn.

Erdogan, YPG û PKK wek "rêxistinên terorî" bi nav kirin û got, hem piştgiriya bo YPG/PKK bikin û hem jî daxwaza endamtiya NATO bikin, di nav xwe de nakok e.

Serepeyv