May 17, 2022 22:32 Asia/Tehran
  • Li Qersê kesekê du bira kuştin

Li navçeya Zarûşadê ser bi parêzgeha Qersê ya Kurdistana Tirkiyê, du bira hatin kuştin.

Fevzî Koç û Ugur Otu û Burhan Otu yê li gundê Kurdo dijîn û pirsgirêk di navbera wan de hebû, li navenda Zarûşadê li pêş saziya çandiniyê rastî hev hatin. Di navbera aliyan de nîqaş derket û şerê hev kirin.

Di nav şer de Fevzî Koç bi çekê li her du birayan Ugur Otu û Burhan Otu da. Her du bira ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxanê hatin veguhestin.

Tevî midaxela li nexweşxanê her du birayan cane xwe ji dest da.

Kujer Fevzî Koç ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat desteserkirin.

Serepeyv