May 17, 2022 09:07 Asia/Tehran
  • Polîsê Tirkiyê li Erzerom û Erzînganê 46 koçber desteser kirin

Polîsê Tirkiyê li parêzgehên Erzerom û Erzînganê yên Kurdistana Tirkiyê 46 koçber desteser kirin.

Tîmên polîsan li ser rêya Erzerom-Erzînganê mînîbusa şofêrê wê Rahmi M. rawestand û li nava wê kontrol kir. Di nav mînîbusê de 38 Afxan û 3 Pakistanî bi tevahî 41 koçber hatin desteserkirin.

Hat ragihandin her koçberekî ji bo ku wan bigihînin bajarên rojavayê Tirkiyê hezar dolar dane qaçaxçiyan.

Koçberên hatin desteserkirin bo dersînorkirinê bo Navenda Paş de Vegerandinê ya Aşkaleyê hatin radestkirin. Şofêrê mînîbusê Rahmi M. jî bi biryara dadgehê hat girtin û polîsan dest bi ser mînîbusê de girt.

Herwiha li parêzgeha Erzînganê jî li xala pişkînînê di otombîlekê de 5 koçber hatin desteserkirin. Koçber bo Îdareya Koçê ya Erzînganê hatin radestkirin. Li aliyê din, 3 kesên bi otombîla xwe ji koçberan re rêbertî dikirin hatin desteserkirin.

Serepeyv