May 16, 2022 18:18 Asia/Tehran
  •   Bahoza tozê ya ji Iraqê tê tesîrê Colemêrgê kir

Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke neyînî li Colemêrg û navçeyên wê dike. Ji ber ewrên tozê û barana heriyê li bajar jiyan hate asta sekinandinê.

Bahoza tozê ya ji paytexta Iraqê, Bexdaya tê, bandoreke neyînî li Colemêrg û navçeyên wê dike. Ji ber ewrên mezin ên bahoza tozê, navend û navçeyên Colemêrgê tarî bûn û mesafeya dîtinê gelek kêm bû. Her wiha ewrên tozê, barana heriyê ku navber navber dibare jî bandoreke neyînî li welatiyan kir û welatî li dijî vê bi derfetên xwe bergiriyan digirin.

Serepeyv