May 13, 2022 10:33 Asia/Tehran
  •   Li Tirkiyeyê di sala 2021ê da leza herî zêde ya jidayikbûna dergûşan li Rihayê pêk hat

Li Tirkiyeyê di 2021ê leza herî zêde ya jidayikbûna dergûşan bi 3,81 zarokî va li Rihayê pêk hat.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê îstatîstîkên jidayikbûnê yên sala 2021ê eşkere kirin.

Li gorî vê, di 2021ê leza herî zêde ya jidayikbûna dergûşan bi 3,81 zarokî va li Rihayê pêk hat. Li pey Rihayê bi 3,18an va Şirnex, bi 2,78an va Mêrdîn tên. Parêzgehên ku leza wan herî nizim e bi 1,21ê va Kutahya, bi 1,25an va Bartin û bi 1,26 zarokî va Zonguldak in.

 

Serepeyv