Li Amedê 20 penaber hatine dersînorkirin
May 12, 2022 17:13 Asia/Tehran
Ji aliyê Fermandarîya cendirmeyan a Bajarê Amedê ve hatiye ragihandin ku li vî bajarî, 18 penaberên Afganistanî û 2 jî penaberên Pakîstanî tevahî 20 penaberên ku di rêyên qaçaxî de hatine Amedê hatine girtin.
Di daxuyanîya Fermandarîya cendirmeyan a Bajarê Amedê de hatiye ragihandin ku 20 penaber ji bo Navenda dersînorkirinê ya Meletîyê hatine veguhastin û kesekî ku alîkarî û veguhastina wan penaberan kiriye jî hatiye girtin û jê re cezayê hevsê û cezayê pere hatiye birîn.
Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiyê mijara penaberan di navbera desthiilatdarî û partiyên opozisyonê de jî bûye ciyê nakokî û hevrikiyan.