May 12, 2022 09:30 Asia/Tehran
  • WSJ: Rêveberiya Biden zorê tîne ser Kongresê da ku firotina F-16yan ji bo Tirkiyê bipejirîne

Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku rêveberiya Joe Biden zorê tîne ser Kongresa Amerîkayê da ku firotina F-16 ji Tirkiyê re bipejirîne.

WSJ diyar kir ku rêveberiya Joe Biden ji rayedarên Kongresê xwestiye ku peymanê bipejirînin, rayedaran jî bi senatoran re dest bi danûstandinan kiriye.

Li gorî rojnameyê, hewlên navbeynkariyê yên Tirkiyê ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê û şandina firokeyên bêmirov bo Ukraynayê di germbûna pêwendiyên Enqere-Washingtonê de bandoreke mezin kiriye.

Rayedarên Amerîkayê û Tirkiyê diyar dikin ku peymana F-16 dikare bibe alîkar ku pêwendiyên berevaniyê yên Amerîkayê û Tirkiyê yên piştî ku Enqerê di sala 2017an de sîstema berevaniya esmanî ya S400an ji Rûsyayê kirî, baş bibin.

Di peymana bi qasî 6 milyar dolaran de dê firotina 80 kîtên nûjenkirina modela F-16 C/D û 40 firokeyên şer ên F-16V yên di envantera Hêza Hewayî ya Tirkiyê de cih bigirin.

Hikûmeta Tirkiyê di Cotmeha 2021an de daxwaza F-16 û kîtên nûjenkirinê kiribû. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di 8ê Nîsanê de gotibû ku hevdîtin bi erênî pêş de diçin.

Tirkiyê ji bo firokeyên şer ên F-35, 1,4 milyar dolar dabû Amerîkayê lê Washingtonê di sala 2019an de Tirkiyê ji ber ku sîstema berevaniyê ya S-400an ji Rûsyayê kirîbû ji bernamê derxistibû.

Serepeyv