May 12, 2022 09:12 Asia/Tehran
  • Îro Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê derbarê girtina HDPê de dicive

Îro Pênceşemê 12ê Gulana 2022ê Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê li ser zêdekirina belgeyên nû li wê tohmetnama ku derbarê dosyeya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatiye amadekirin, dicive.

Encûmena navbirî di civînê de li gor bendên destûrê, biryara dawî derbarê zêdekirina belgeyan li dosyeya girtina HDPê de dide. Eger were pesendkirin, Dozgeriya Giştî ya Komarî ya Enqerê du belgeyên nû dixe ser dosyeyê.

Belgeya yekem taybet e bi Parlamentera HDPê Semra Guzel ku wêneyekî wê ligel gerîlayekî hat belavkirin û bi tohmeta ku endama PKKê ye parêzbendî jê hat standin. Guzel heta niha nehatiye desteserkirin û nayê zanîn li Tirkiyê maye yan derketiye derve.

Dozgeriya Giştî ya Komarî ya Enqerê, HDPê bi wê yekê tohmetbar dike ku zanyariyên wê hebûn Semra Guzel serdana Qendîlê kiriye û wêneyên wê ligel gerîlayekî hebûne. Herwiha HDPê bi wê yekê jî tohmetbar dike ku cihê xweveşartina Semra Guzel dizane û hevkarî kirina daku biçe derveyî Tirkiyê.

Belgeya duyem jî taybet bi parlamenterê berê yê HDPê Behcet Yildirim ku sala borî bi tohmeta emdamtî, karkirin û propagandaya PKKê hatibû desteserkirin. Tê îdîakirin ku piştî zîndanîkirina navbirî jî, belkeyên nû ketine destê Wezareta Navxwe ku çalakî bo PKKê kirine. Bi heman awayî HDP bi wê yekê tê tohmetnarkirin ku bi taybet wan kesan dike berbijêr bo Parlamentoya Tirkiyê ku rasterast kar ji PKKê re kirine.

Roja 19ê Nîsana 2022ê, tîmê parêzerên berevanîkirina HDPê li Baregahê Serekî yê Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê li Stenbolê beşdarî duyemîn rûniştina berevanîkirina derbarê dosyeya girtina HDPê de bûn. Tîma parêzeran, raporteke 220 rûpelî derbarê mijara girtina HDPê, bûyerên Kobanî, rola HDPê di parastina aştî û serxistina proseya çareserkirina pirsa Kurd de amade kiribû. Herwiha bi belgeyan bersiva tohmetên Serokê Dozgeriya Giştî ya Komarî ya Enqerê dide.

Roja 6ê Hezîrana 2021ê Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn dosyeya girtina HDPê pêşkêşî Encûmena Dadwerên Dadgeha Bilind a Destûrî kir. Encûmena navbirî ji ber hebûna kêmasiyan du caran dosye paşde vegerand û cara dawî roja 21ê Hezîrana 2021ê dosye pesend kir.

Serepeyv