Erdoxan hewil dide bala dengêran li Tirkiyê bikişîne
May 11, 2022 21:48 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê di germegerma qeyrana aborî da ji bo kişandina bala dengdêran soza rojên baştir dide.
Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, serokkomarê Tirkiyê roja Çarşemiyê tekez kir, şikandina zincîreya welatên di halê pêşketinê da û tevlîbûna Tirkiyê li 10 aboriyên sereke yên cîhanê, dê girêdayî bi encama hilbijartina sala 2023an be.
Erdoxan ku li civîna serokên AKPyê yên parêzgehan li Enqereyê diaxivî, got: Hilbijartina serokkomartiyê ne tenê ji bo AKP an Erdoxan, lê belê ji bo Tirkiyê girîng e.