May 10, 2022 19:46 Asia/Tehran
  • Soylu hejmara Sûriyên ku nasnameya Tirkiyê wergirtine eşkere kir

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku heta niha 200 hezar û 950 penaberên Sûrî nasnama Tirkiyê wergirtine.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro Sêşembê 10ê Gulana 2022ê di civînekê de ku li bajarê Enqerê hat sazkirin, hejmara wan penaberên Sûrî eşkere kir ku nasnama Tirkiyê wergirtine.

Suleyman Soylu ragihand ku heta niha 200 hezar û 950 penaberên Sûrî yên niştecihên welat wan nasnama Tirkiyê wergirtine. Ji wê hejmarê 113 hezar û 654 kes temenê wan di ser 18 salî re ye, 60 hezar û 930 mêr in, 52 hezar û 724 jin û 87 hezar û 87 hezar û 296ê wan jî zarok in.

Hatiye ragihandin piraniya kesên ku nasnama Tirkiyê wergirtine tirkmen in.

Soylu hefteya borî ew îddîa red kiribûn ku dibêjin li Tirkiyê zêdeyî 3 milyon û 762 hezar koçberên Sûrî hene. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu amaje bi wê yekê dabû ku di dema pênc salên borî de hejmara wan koçberên ji Tirkiyê vegeriyane Sûriyê zêdeyî 1.5 milyon kes derbas kiriye.

Serepeyv