PKK: Li Şêladizê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
May 10, 2022 13:30 Asia/Tehran
Tîmeke şervanên PKKê li dijî baregeheke dewleta Tirkiyê a navçeya Şêladizê li Herêma Kurdistanê, êrişek kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Li gorî nûçeya çavkaniyên kurdî, Tîmeke şervanên PKKê 9'ê Gulanê saet di 13:40'î de li baregeha leşkerî ya dewleta Tirkiyê a Sîrê ya li Şêladizê xistin.
Êrişa hanê li dijî 5 leşkerên Tirkiyê hate kirin ku hewl didan ji tankê re çeperê çêbikin. Di encama êrişê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku êrişa hêzên PKKê ji bo bîranîna kuştiyên vê grûpê yên Gulanê hatiye lidarxistin.