May 10, 2022 13:00 Asia/Tehran
  • Polîsê Tirkiyê li Wanê 2 kesên 78 û 80 salî girtin

Li Wanê Maqbûle Ozera 78 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 80 salî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin.

Li navçeya Artemêta Wanê Maqbûle Ozer a 78 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 80 salî bi hinceta “alîkariya PKKê kirine“ 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Dadgeha Bilind ceza erê kir û herdu extiyar hatin girtin.

Di 24'ê Tîrmeha 2018'an de li navçeya Artemêtana Wanê di encama serdegirtina mala wan a li navçeya Artemêtanê de, di mala ku 4 jê zarok 17 kes lê diman de,  Maqbûle Ozera 78 salî û Hadî Ozer ê 80 salî hatin destgîrkirin. Li Şukran Yildiz a li malê bû 3 saetan îşkence lê hat kirin û hat destgîrkirin.

Serepeyv