May 07, 2022 17:03 Asia/Tehran
  •  MetroPoll: Li Tirkiyê %66ê xelkê bawer nakin desthilat bikare rewşa aborî baş bike

Li gor rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a MetroPOLLê li Tirkiyê ji sedî 66ê xelkê bawer nakin ku hikûmeta AKPê bikare rewşa aborî baş bike. Zêdetirî ji sedî 20ê beşdaran ku wiha dibêjin dengdêrên AKPê û şirîkê wê MHPê ne.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a MetroPOLLê Ozer Sencar encamên rapirsiya “Nebza Tirkiyê ya Nîsana 2022an” belav kirin.

Di rapirsiyê de ji beşdaran hatiye pirsîn, “Hikûmet dikare rewşa aborî baş bike?” Du li ser 3ê beşdaran gotine ew bawer nakin ku hikûmet bikare rewşa aborî baş bike. Li gor rapirsiyê rêjeyeke diyar a dengdêrên AKP û MHPê ku partiyên desthilatê ne di warê aborî de baweriya wan bi hikûmetê nemaye.

Di rapirsiyê de hatiye pirsîn, “Hûn di wê baweriyê de ne ku hikûmet bikare heta hilbijartinan rewşa aborî baş bike? Ji sedî 31ê beşdaran gotine “erê” û ji sedî 66,2ê beşdaran jî li beramber vê pirsê bersiva “na” dane. Rêjeya dengdêrên AKPê ku dibêjin hikûmet nikare rewşa aborî baş bike ji sedî 21,5 e û ya dendêrên MHPê jî ji sedî 28,2 e.

Di rapirsiyê de her wiha hatiye pirsîn “Erdogan dikare rewşa aborî baş bike? Ji sedî 59ê beşdaran jî li beramber vê pirsê bersiva “na” dane û ji sedî 39,1ê beşdaran jî bersiva “erê” dane.

Her wiha di rapirsiyê de hatiye pirsîn, “Hûn di wê baweriyê de ne ku partiyên opozîsyonê bikaribin pirsgirêkên aborî çareser bikin?” Ji sedî 42ê beşdaran gotine bawer dikin ku partiyên opozîsyonê bikaribin pirsgirêkên aborî çareser bikin. Ev rêje di nav dengdêrên CHPê de ji sedî 78, di nav dengdêrên Partiya ÎYÎ de ji sedî 69 û di nav dengdêrên HDPê de jî ji sedî 64 e.

Derdora ji sedî 11 heta 17ê dengdêrên AKP û MHPê jî di wê baweriyê de ne ku opozîsyon dikare pirsgirêkên aborî çareser bike.

Serepeyv