May 06, 2022 21:41 Asia/Tehran
  • NY: Enflasyona xorakê li Tirkiyê 3 qat ji a cîhanê bilindtir e

Li gor rapora Rêxisina Çandinî û Xorakê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO),  li seranserê cîhanê bihabûna xorakê ya salane bi aweyek navendî ji sedî 29,8 e. Lê li Saziya Amaran a Tirkiyê ew rêje li wî welatî ji sedî 89.1 e.

FAOyê rapora xwe ya derbarê bilindbûna nirxê xorakê di meha Nîsanê  de li ser asta cîhanê belav kir. Li gor ku rêxistina navborî dibêje li seranserî cîhanê nirxê xorakê di Nîsanê de li gor meha derbasbûyî ji sedî 0.8 daketiye û ji rêjeya ji sedî 33.94 hinekî daketiye ku di Adara îsal de di warê bihabûna xorakê de wek rekor hatibû tomarkirin.

Bi gotina FAOyê nirxê xorakê di meha Nîsanê de li gor heman meha sala derbasbûyî, li seranserê cîhanê bi aweyek navendî ji sedî 29.8ê zêdebûye. Ev di demekê de ye ku roja 5ê Gulana 2022ê Saziya Amraran a Tirkiyê ragihand di Nîsana îsal de nirxê xorakê li gor heman meha sala derbasbûyî ji sedî 89.1 zêde bûye ku ev yek dike nêzîka 3 qat zêdebûna navendî ya cîhanê.

Saziya Amaran a Tirkiyê enflasyona salane ya Nîsan îsal a li wî welatî  jî weke ji sedî  69.97 ragihandibû. Lê Grûba Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku saziyek serbixwe ye dibêje enfilasyon di heman mehê de ji sedî 156,56 bilind bûye. Ev jî ji sala 2002ê ve bilinditirîn rêjeya enfilasyonê ye ku li Tirkiyê tê tomarkirin.

Serepeyv