May 06, 2022 16:04 Asia/Tehran
  • Şaredarekî berê li Tirkîyê hat girtin

Şaredarê berê yê navçeya Ceylanpînarê ser bi parêzgeha Rihayê li bajarê Îzmîrê hat girtin.

Piştî ku biryara cezayê wî ya ji doza Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Rihayê ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve hat pesendkirin, Îsmaîl Arslan şaredarê berê yê Ceylanpinarê ser bi HDP roja 28ê Nîsanê li Îzmîrê hatibû desteserkirin.

Arslan piştî ku birin dadgehê, bi biryara dadgehê ew birin girtîgeha tîpa F a Kirklarê.

Îsmaîl Arslan di 12ê Kanûna 2016an de hatibû desteserkirin û piştî ku 14 mehan girtî mabû, hatibû berdan.

Dadgehê di 17ê Temûza 2018an de 9 sal û 3 meh ceza li Arslan birîbû û ji bo erêkirina dawî dosyeya wî bo Dadgeha Bilind hatibû şandin.

Serepeyv