May 06, 2022 12:28 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê welatî ji ber bihabûna nirxan bêzar bûne

Li Tirkiyê nirxê kelûpelan sereke û pêwsîtiyên rojane yê jiyanê  rojane zêde dibe û ev yek bûye sedema bêzarbûna welatiyan.

Bihayên zêde yên li ser tabloyên sebze û fêkiyan li Stenbolê welatî bêzar kirine.

Saziya Amaran a Tirkiyê dibêje di Nîsana îsal de li gor heman meha sala derbasbûyî enfilasyona berhemên xorakê gihiştiye ji sedî 89.10. Lê firoşkar dibêjin ew rêje bilindtir e û bang li aliyên peywendîdar dikin ku serdana bazaran bikin.

Beşek ji welatiyan sedema bihabûna nirxan û bilindbûna rêjeya enflasyonê bi polîtîkayên hikûmetê ve girê didin.

Welatî Seckin Gozuyasli dibêje: “Ez sedema bihabûnan, bi polîtîkayên xelet ên aboriyê û Suriyan ve girê didim. Sedemên sereke ev in. Ez herwiha bi gendeliyê ve girêdidim. Ji ber ku hemû çavkanî bo alîgiran tên terxankirin.”

Saziya Amaran a Tirkiyê  (TUÎK) 5ê Gulana 2022ê  ragihand, li Tirkiyê di Nîsana îsal de  enflasyon bi rêjeya ji sedî 7.25 bo ji sedî 69.97 bilind bûye. Lê Grûba Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku saziyek serbixwe ye dibêje enflasyon di heman mehê de bi rêjeya ji sedî 8.86 bo ji sedî 156,56 bilind bûye.

Serepeyv