May 06, 2022 09:28 Asia/Tehran
  •   Li Erdexanê berf barî: Welatî heyîrîn

Li Erdexanê di meha Gulanê da berf barî û navenda bajêr mîna di zivistanê da bin her der sipî bû.

Li navenda bajêr ber destê sibehê baran barî û di pey ra jî berfê reşand. Ji ber berfa ku gir bû her der sipî bû.

Welatiyên li Erdexanê ji ber berfê heyirîn.

Ji welatiyan Tuncer Akturk got, "Îsal zivistan dirêj bû. Ez 74 salî me û cara ewil tiştekî wiha dibînim. Berfa ku di 5ê Gulanê da barî ez heyirandim. Ev jî bereket û hikmeta Xwedê ye."

 

Serepeyv