May 05, 2022 15:16 Asia/Tehran
  •   Li Beyogluya Stenbolê 120 koçber hatin desteserkirin

Li navçeya Beyoglu ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê ve 120 koçberên neqanûnî hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Beyogluyê, doh bi şev 4ê Gulanê bi armanca desteserkirina koçberên neqanûnî li Kolana Îstiklalê dest bi pişkînîna belgeyên koçberan kir.

Di encama pişkînîna polîsan de 120 koçberên neqanûnî hatin desteserkirin.

Koçberên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariyê hatin veguhastin û piştî temambûna karûbarên wan ên qanûnî, bo Navenda Paşde-vegerandina Tuzlayê hatin radestkirin, da ku bên dersînorkirin.
 

Serepeyv