May 05, 2022 14:55 Asia/Tehran
  •  Eurostat: Penabertiya ji Tirkiyê %45 zêde bûye

Rêjeya welatiyên Tirkiyê ku sala 2021ê ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropa dane li gor sala 2020î %45 zêde bûne. Welatiyên Tirkiyê herî zêde ji Almanyayê daxwaza penabertiyê kirine.

Ofîsa Amarên Ewropayê (Eurostat), amarên 2021ê yên koçberan eşkere kir. Sala 2021ê hejmara welatiyên Tirkiyê ku ji penabertiyê serî li welatên Ewropa dane 20 hezar derbas kirine.

Bi tevahî 534 hezar kesan ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropayê dane, ku daxwaza 267 hezar û 360 kesan hatiye qebûlkirin. Serlêdanên herî zêde li Almanyayê û yê herî kêm Macarîstanê bûne.

Serlêdanên penabertiyê yên welatiyên Tirkiyê bo Ewropayê piştî sala 2016an zêde bû. Welatiyên Tirkiyê di rêjeya serlêdanên penabertiyê de bo Ewropa di rêza 7an de cih girtin.

Sala 2020î hejmara welatiyên Tirkiyê ku ji bo penabertiyê serî li welatên Ewropa dabûn ji 14 hezaran kêmtir bûn, lê sala 2021ê rêjeya serlêdanan %45 zêde bû û 20 hezar kes derbas kirin.

Serepeyv