May 05, 2022 12:40 Asia/Tehran
  •  Aysel Tugluk dê Xelata Azadiya Fikir û Ramanê ya Ayşenur Zarakolu wergire

Îsal 20”emîn Xelata Azadiya Fikir û Ramanê ya Ayşenur Zarakolu tê belavkirin. Komîteyê ragihand ku dê îsal xelatê bidin siyasetmedara girtî Aysel Tugluk û Însiyatîfa Piştgiriya Taksîmê.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ayşenur Zarakolu yek ji avakarên Weşanxaneya Belgeyê ye. Loma jî Belge ev 20 sal in li ser navê wê vê xelatê dide. Îsal ji bo vê xelatê navê Tugluk ku niha li girtîgeha Kandirayê ye û rewşa wê nebaş e, û navê Piştgiriya Taksîmê eşkere kir.

Roja 9’ê gulanê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê dê Xelata Azadiya Fikir û Ramanê ya Ayşenur Zarakolu bê dayîn.

Serepeyv