May 04, 2022 16:50 Asia/Tehran
  • Dilnigeranbûna gelê Tirkîyê ji ber rewşa aborî

Encama rapirsîyekê li Tirkîyê nîşan dide ku gelê vî welatî ji ber rewşa aborî ya welatê xwe dilnigeran in.

Li gorî encama rapirsîya dezgeha Îpsusê ku têkildarî nêrîna gelên 27 welatên cîhanê ser rewşa aborî ya welatên wan hatîye lidarxistin, li gorî nêrîna gelê Tirkîyê, ev welata di rewşeke xirab a aborî da ye.

Sedî 82yê pişikdarên vê rapirsîyê gotine ku rewşa aborî ya Tirkîyê ``xirab`` e.

Li gorî encama rapirsîya vê dezgehê ya di meha Nîsanê da jî, sedî 58ê welatîyên tirkîyeyî enflasyon û xizanî weke dilnigeranîyên sereke yên xwe ragihandibûn.

Dilnigeranbûna ji ber enflasyonê li Tirkîyê di astekê da ye ku hema bêje bala hemî civakê ser xwe da kişandîye. Tenê sedî 8ê gelê vî welatî qeyrana av û hewayê wek dilnigeranîya xwe ya sereke dane zanîn.

Bilî encama rapirsîya dezgeha Îpsusê, Tirkîye di warê nebûna pêbawerîyê derheq şêwaza birêvebirina welêt, di nav 27 welatan di rêza çarê da ye.

Serepeyv