Televîzyona dewleta Erebistanê: Erdogan ne bi gazîkirina Melik Selman belkî bi daxwaza xwe seredana Erebistanê kir
Televîzyona dewleta Erebistanê di raporekê da idiaya Erdogîn ku dibêje bo Erebistanê hat gazîkirinê, derew zanî û ragihand ku Erdogan ne bi gazîkirina Melik Selman belkî bi daxwaza xwe seredana Erebistanê kir.
Şebekeya Al Exbarîyê wek televîzyona dewleta Erebistanê di raporekê da ragihand ku seredana Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê ya wî welatî ne ligorî gazîkirina Rîyazê belkî ligorî daxwaza wî bi xwe pêk hatîye.
Ev şebekeya di dewama rapora xwe da wiha dibêje: Erdogan bi hatina xwe ya Ceddeyê arizûya xwe ya seredana Erebistanê pêk anî. Ev hevdîtin herî dawî piştî 5 salan pêk hat. di vê raporê da ev hevoka ``arizûya Erdogîn a hevdîtina digel Mîrê Erebistanê pêk hat`` çend caran dubare bûye.
Ev di halekî da ye ku Erdogan berî seredana Erebistanê di daxûyanîyekê da ragihandibû ku li gorî gazîkirina Melik Selman seredana Erebistana Seûdî dike.