May 01, 2022 11:25 Asia/Tehran
  • 'NATO bi destê Tirkiyê çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne'

Dr. Serbilind Dersim diyar kir ku welatên sereke yên NATO'yê, Rûsyayê sûcdar dikin ku li dijî Ûkraynayê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê bi durûtî çavên xwe ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiye li dijî Kurdan digirin û vê yekê nabînin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê yên li ser Herêmên Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirkiyê ku bi taybetî êrişî qadên Zap, Avaşîn û Metînayê dike, li berxwedana hêzên PKKê aliqî. Dewleta Tirkiyê li gel êrişên hewayî û bejayî yên bi her cûre teknîkê, her wiha çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Tevî vê yekê windahiyên mezin dide.

Dr. Serbilind Dersim ku dijberekî dewleta Tirkiyê ye bi bîr xist ku hebûna hikumeta AKP-MHP'ê li ser qirkirina Kurdan çêbûne û got, "Weke ku tê zanîn 23'ê Nîsana sala derbasbûyî dewleta Tirkiyê ya faşîst qirker li ser devera Medyayê ya Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke ji bo dagirkirinê kir. Li gel her cûre teknîkê, di operasyonê de nekarî bigihêje hedefa xwe. Ji ber ku rastî berxewedan û têkoşîneke xurt a hêzên PKKê hat bi awayekî ku gihîşt asta xitimandinê. bi vê yekê re serî li rê û rêbazên neexlaqî da. Bêguman hêvî dikir ku bi vî rengî encamê bi dest bixe, lê belê bi tedbîrên şervanên PKKê yên li tunelên şer re êrişên dewleta Tirkiyê yên bi çekên kîmyewî jî hatin pûçkirin.

Di vir de divê ev yek bê gotin; dema ku nû bi kar anîn hin encam girtin, nikare bê gotin ku qet encam negirtin. Piştre bi tedbîrên hêzên PKKê yên li dijî van êrişan, tedbîrên li dijî çekên kîmyewî jî zêde bûn û di encamê de êriş hatin pûçkirin. Lewma jî dewleta Tirkiyê neçar ma xwe vekişîne."

Ev êrişên Kîmyawî yên dewleta Tirkiyê di demekê de ne ku NATOyê çavên xwe ser vê yekê girtine û ji aliyê din ve rûsyayê tawanbar dike ku li şerê Ukraynayê çekên kîmyawî bikar tîne.

Serepeyv