Nîsan 27, 2022 17:00 Asia/Tehran
  • Erdogan sibê serdana Erebistana Siûdî dike

Berpirsekî hikûmeta Tirkiyê ragihand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê roja Pêncşemê serdana Riyazê bike.

Li gorî rapora IRNA`yê, piştî kuştina Cemal Xaşiqçî rojnamevanê dijberê dewleta siûdî li konsulxana Erebistanê li Stenbolê, serdana Erdogan bo Riyazê ya yekem car e.

Roja 7ê Nîsanê, dezgeha dadweriya Tirkiyê di biryareke sosret û şikber de dosyaya kuştina Cemal Xaşiqcî radestî hikûmeta Erebistana Siûdî kir û ev yek jî bû sedema bertekên navxweyî û navçeyî ji aliyê Tirkiyê û navçeyê ve.

Ji ber vê yekê girîngtirîn daxwaza Riyazê ji Enqerê ku ji bo geşedan û berfirekirina peywendiyên siyasî-aborî navbera du aliyan şertê pêwîst e bi cih hat ku heman girtina dosyeya kuştina hovane ya rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî bû, û bi şandina vê dosyayê bo Erebistana Siûdî, têkeliyên Tirkiyê û Erebistana Siûdî ketiye qonaxa asayîbûnê.

Cemal Xaşiqcî rojnamevanê dijberê Riyadê di 10ê Cotmeha 2018an de derbasî avahiya konsulxana Erebistana Siûdî ya li Stenbolê bû û ji wir derneket. Hikûmeta Tirkiyê bi belgeyên rast ragihand ku ev rojnamevan piştî ku derbasî avahiyê bûye ji aliyê ajanên Siûdiyê ve hatiye kuştin û cendekê wî jî hatiye pirtî pirtîkirin.

Her ku krîza aborî û pirsgirêkên darayî û diravî yên hikûmeta Enqerê girantir û dijwartir dibin û pirsgirêkên debara jiyana gelên Tirkiyê zêde dibin, siyaseta derve ya hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan careke din berê xwe dide hevkariya bi rejîma dagirkerê Qudsê, Amerîka, Misir û dewletên paşverû yên Ereb li Kendava Farsê.

Serepeyv