Nîsan 26, 2022 09:11 Asia/Tehran
  •  Tirkiye: Li Bursayê di balafira ku ket navbera 2 malan de, 2 pîlot mirin

Li Bursayê nêzî Balafirgeha Yunuseliyê balafira perwerdeyê ya kitmotor ket.

Li kuçeya Sarigulê ya taxa Baglarbaşiya navçeya Osmangaziyê balafira kirmotor ket navbera malan, bi ketina balafirê ra agir pê ket.

Piştî bûyerê gelek ekîbên polês, îtfaiye, AFAD û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.

Ekîban agir vemirand û hat tesbîtkirin ku pîlotê perwedeyê Furkan Otkun û pîlotê şagirt Murat Avşar canê xwe ji dest daye.

Cenaze ji bo morga Saziya Tibba Edlî ya Bûrsayê hatin şandin.

Serepeyv