Nîsan 25, 2022 19:31 Asia/Tehran
  • 4 endamên AKPyê bi tawana tevkuştina malbata Şenyaşarê sewqî zîndanê hatin kirin

4 kes ji girtiyên endamê malbata nûnerê AKPyê ku destê wan di tevkuştina malbata şenyaşarê da hebû, bi tawana kuştinê sewqî zîndanê hatin kirin.

Ji 11 kes endamên malbata Îbrahîm Xelîl Yildiz nûnerê AKPyê ku ji ber hebûna destê wan di kuştina endamên malbata şenyaşarê di dema hilbijartina parlimana Tirkiyê da hatibûn girtin, 4 kes bi destûra dadgehê sewqî zîndanê hatin kirin.

Emîne Şenyaşar jina kurd ku hevjîn û du zarên xwe ji dest dane, got ku kujerên malbata wî tenê 4 kes nebûn.

Piştî derbasbûna salekê ji greva Emîne Şenyaşarê li ber avahiya dozgeriya Rihayê û tekeziya wî li ser pêkhatina dadweriyê derbarê endamên malbata xwe, serê axir 11 kes ji endamên malbata Yildiz ku destê wan di kuştina endamên malbata Şenyaşarê da hebû, hatin girtin.

Wê got: AKP ku mirovên wê zarên min kuştin nikare nûnerê vî gelî be. Wî got ku ew ê hema wisa greva xwe bidomîne.

 

Serepeyv