Nîsan 25, 2022 17:12 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê: 18 çalakên siyasî yên kurd û endamên HDPyê sewqî zîndanê hatin kirin

Dadgeheke Tirkiyê biryara zîndanê ji 18 çalakên siyasî yên kurd û endamên girtî yên HDPyê da.

18 kes ji 48 çalakên siyasî û endamên HDPyê ku di dosyeya dadweriyê ya bi navê "Pêla duyem a Kobanê" da hatibûn girtin, piştî lêpirsînên seretayî bi biryara dadgehê sewqî zîndanê hatin kirin. 30 kesên mayî di bin tevdîrên ewlehiyê da hatin berdan.

Yekemîn civîna dadgeha "Pêla duyem a Kobanê" ji bo 48 çalakên siyasî yên kurd ên girtî li 13 parêzgehên cûr bi cûr ên Kurdistana Tirkiyê, li Enqereyê hat lidarxistin. Sê dadwerên dadgeha cezayî ya Enqereyê biryara zîndanê ji bo 18 kesan da.

Ji rûdanên dadgeha "Pêla duyem a Kobanê" ev bû ku piştî destûra dadwerên dadgehê derbarê azadkirina bimerc a sê kesên girtî, dozgeriya Enqereyê li dijî azadiya hinek ji van kesan derket. Piştî wê, dadweran destûra girtina dubare ya van kesan da.

 

Serepeyv