Nîsan 25, 2022 08:36 Asia/Tehran
  •  Tirkiyê qada xwe ya asimanî li ser balefirên rûsî ku diçin Sûriyê girt

Wezîrê derve yê Tirkiyê ragihand ku qasa asimanî ya vî welatî li ser hemî balefirên leşkerî û ne-leşkerî yên hilgirê leşkerên Rûsiyê bo Sûriyê hat girtin.

Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê derve yê Tirkiyê got: Me qada xwe ya asimanî li ser balefirên Rûsiyê û heta balefirên ne-leşkerî ku diçûn Sûriyê girt. Wan heta Nîsanê destûra bikaranîna qada asimanî ya Tirkiyê hebûn, Me di mehaa Adarê da ji wan ra ragihand ku em dixwazin qada asimanî ya Tirkiyê li ser balefirên Rûsiyê ku diçin Sûriyê bigirin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê her wiha ragihand ku Rûsiyê ji bo derbasbûna keştiyên xwe ji Tengava Busforê daxwaza daye; Lê ev daxwaza ji ber Konvansiyona Montroyê û rewşa Cengî li navçeyê jin aliyê Tirkiyê va hatiye redkirin.

Tirkiye û Rûsiye li ser şerê Ukraynê bi hev ra nakok in û Tirkiye beşeke amûrên hewce ji bo ukrayniyan di şerê di gel Rûsiyê da dabîn dike.

Ev kiryara Tirkiyê bi wateya gurrbûna nakokiyan du welatan e.

 

Serepeyv