Nîsan 24, 2022 23:09 Asia/Tehran
  • Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di encama êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin.

Malpera nûçeyan a HaberTurk a Tirkiyê îro Yekşemê ragihand ku di êrîşa çekdarî ya li ser qehwexaneyekê li Stenbolê de kesekî din jî birîndar bû.

Polîsên Tirkiyê ji bo girtin û lêkolînkirina wan çekdaran dest bi operasyonekê kirine.

Di rojên derbasbûyî de li bajarê Stenbolê û parêzgeha Bursa ya Tirkiyê çendîn teqîn çêbûn û di encamê de kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv