Nîsan 24, 2022 10:22 Asia/Tehran
  • Daxuyaniyên dawiyê yên PKK û Tirkiyê derbarê şerê wan li Herêma Kurdistanê

Hêzên PKKê ragihand ku duh li devera Zap û Avaşîn 29 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne. Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku di encama êrişên wan de 11 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên PKKê îro 23yê Nîsana 2022ê derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê yên ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor vê daxuyaniyê li herêma Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistanê şereke dijwar rû da ye û di encama şer de 29 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya hêzên PKKê de hate gotin ku wan derb li 3 helîkopteran xistine û yek dron jî xistine xwarê.

Herwiha PKKê îdia dike ku di şer û pevçûnên duh de ti şervanên wan canê xwe ji dest nedane.

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku di şerê li  Zap û Avaşîn de ji despêkê  heta niha 54 şervanên PKKê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyên operasyonên li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn weşandin û dibêjin di encama êrişên îro(Şemê) de 11şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.

Herwiha  PKKê nasnama 3 şervanên xwe ku li Zapê canê xwe ji dest dane eşkere kir.

Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsanê ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîl li Herêma Kurdistanê daye destpêkirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, operasyon li Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan birêve diçe.

Serepeyv