Nîsan 23, 2022 16:25 Asia/Tehran
  •  Parlamenterekî HDPyê daxwaz kir ku Tirkiye îtirafê bi Komkujiya Ermeniyan bike

Bi rêya pêşnumayê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan daxwaz kir Tirkiye îtirafê bi Komkujiya Ermeniyan bike.

Bi helkefta 107emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan ku roja 24ê Nîsana 1915an di serdema Osmaniyan de hat kirin, roja 22ê Nîsana 2022an parlamenterê bi esil Ermenî Garo Paylan reşnivîsa pêşnumayê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê kir bo nasandina Komkujiya Ermeniyan û daxwaz dike Tirkiyê îtirafê bi wê komkujiyê bike.

Garo Paylan di pêşekiya reşnivîsa proje-yasaya xwe de nivîsiye: “107 sal e li vî welatî Komkujiya Ermeniyan tê înkarkirin, lewra take civak ku bikaribe birîna civaka Ermeniyan baş bike

gelê Tirkiyê ye. Take parlamento jî ku bikaribe dadmandiyê bo vê karesata mezin bîne, Parlamentoya Tirkiyê ye, ji be rev komkujî li ser vê axê hatiye kirin.”

Garo Paylan di wê reşnivîsê de dibêje “Gelê Ermen di serdema Osmaniyan de pêkhateyeke olî û neteweyî ya girîng bûye û xwediyê pêgeheke taybet bûne” û amaje bi wê yekê dide grûpek ji serkirdeyên serbazî ew bikom kuştine û daxwaz dike navê hemû wan serkirdeyên serbazî û efserên pilebilind ku komkujî kirine, navê wan ji ser saziyên fermî, cade û cihên giştî bê rakirin. Paylan di reşnivîsa pêşnumayê de navê kesên komkujî kirine nivîsandiye.

Proseya Komkujiya Ermeniyan ji sala 1915 heta 1923an di serdema Împeratoriya Osmaniyan de hatiye kirin û tê gotin ku têde yek milyon û nîv Ermenî hatine kuştin. Roja 24ê Nîsana 1915an rêxistinên taybet ên ser bi Komeleya Îttîhad û terrakî bi ser malên 250 rewşenbîr û kesayetiyên Ermenî de girtine û piştî zîndankirina wan, heman rojê hemû hatin gulebarankirin. Ev destpêka Komkujiya Ermeniyan bû.

Heta niha 39 hikûmet û parlamentoyên welatan, hinek rêxistinên cîhanî jî wek Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, Encûmena Ewropayê, Encûmena Kilîseya Cîhanî, Rêxistina Mafên Mirov û 35 kesayetiyên Xelata Nobelê wergirtine, Komkujiya Ermeniyan wek “Jenosaîd” nasandine.

Serepeyv