Erdogan pişt rast kir ku di operasyonên li bakurê Iraqê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di operasyona artêşa tirk de ya li bakurê Iraqê 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îro Înê ji rojnamevanan re got: Li herêma operasyona "Penca-Kilîlê" a li bakurê Iraqê, gelek cihên veşartî û cebilxaneyên endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin îmhakirin û gelek cebilxane hatin dîtin.
Erdogan amaje bi wê yekê jî kir, ku di operasyonê de 2 efserên dercebilind ên artêşa Tirkiyê û efserekî derece jêrîn (astsubay) jî hatine kuştin û di dewamê de îdia kir ku hejmara kuştiyên PKKê di wê operasyonê de derketiye 45 kesan.
Ji aliyê din ve PKKê jî dibêje di 24 saetên borî bi tenê de li Zap û Avaşînê 15 leşkerên artêşa Tirkiyê kuştine û 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky derbe lêxistine û pergaleke kameraya mobesse jî rûxandiye.
Di heman demê de tevî nerazîtiya rayedarên Iraqî li hemberî berdewamiya liv û tevgera artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Halûsî Akar banga berdewamkirina êrîşan kir.
Di van rojên dawî de, Tirkiyê biheceta rawestana li hember endamên PKK’ê li bakurê Iraqê dest bi operasyoneke bi navê “Pence Kilîlê” kiriye.