Nîsan 22, 2022 19:49 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi roketan ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê

Baregeheke artêşa Tirkiyê ya li herêma Amediyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ya Iraqê bû hedefa roketan.

Li gorî rapora Shafaq News`ê, çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku 2 mûşek ber bi baregeha leşkerî ya Sîrî ku artêşa Tirkiyê têde cih digirin hatine avêtin ku yek ji wan mûşekan li otombîleke leşkerî ya li nav vê baregehê ketiye.

Derbarê ziyanên maddî û canî yên vê êrişê ti agahiyek belav nebûye.

Di van rojên dawî de, Tirkiyê bi heceta rawestana li hember endamên PKK’ê li bakurê Iraqê dest bi operasyoneke bi navê “Pence Kilîlê” kiriye.

Hikûmeta Îraqî bi caran ew êrîş şermezar kirine û ew wekî binpêkirina serwerî û yekparçebûna axa xwe bi nav kiriye.

Gelek caran gelê Iraqê bi lidarxistina xwepêşandanan daxwaza rawestandina êrîşan kiriye.

Serepeyv