Wezîrî Navxwe yê Tirkiyê: Teqînên li Bursa û Stenbolê karê rêxistinên ser bi PKKê ye
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir ku herdu teqînên pêr û duh ên li Stenbol û Bursayê ji aliyê rêxistinên ser bi PKKê ve hatine pêkanîn. Suleyman Soylu du rêxistinên MLKP û DKP-BOG wek aliyên êrîşkar da naskirin, lê wan aliyan li ser teqînan ti daxuyanî nedane.
Li Taxa Yeni Karaman ya navçeya Orhangaziyê danê sibeha 20ê Nîsanê di dema derbasbûna otobusa karmendên (gardiyan) girtîgehê dibirin kar de teqîn çê bibû. Di teqînê de karmendekî girtîgehê miribû û 1 jê bi giranî 4 karmend birîndar bibûn.
Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê li dijî avahiya Weqfa Ciwanên Tirk (TÛGVA) êrîşa bombeyî pêk hatibû û mirî û birîndar nebûn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di kanalekê de bersiva pirsan da û got, "Berê li Bursayê li dijî otobusa karmendên girtîgehê, paşê li avahiya TÛGVA ya Stenbolê êrîşên bombeyî hatin kirin.”
Soylu li ser pirsa, li gorî tesbîtên ewil ev êrîş a PKKê ye, anî ziman, “Bombeya li Stenbolê bombeyeke ku bi mekanîzmaya bataryayê dixebite ye. Li Bursayê teqemeniya bi destan a ji dûr ve hatiye bikaranîn. Me kiryarên bûyera Bursa û Stenbolê tespît kirin. Ew êrîşên du rêxistinên ku bi ser PKKê ve ne ye. Rêxistina terorê MLKP li Bursayê, rêxistina DKP-BOG jî li Stenbolê ev çalakî li dar xistine.”
Heta niha Partiya Komunarên Şoreşger/Hêzên Azadiya Yekbûyî (DKP-BOG) û Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) li ser êrîşê daxûyanî belav nekirine û êrîş negirtine ser xwe.