Nîsan 22, 2022 14:31 Asia/Tehran
  • Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bombeyek teqiya

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê teqînek pêk hat û ziyanên madî çêbûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, Walîtiya Stenbolê ragihand, bombeya duh danê êvarê (pêncşemê) li taxa Gazî Osman Paşa ya Stenbolê li nêzîkî avahiya Weqfa Ciwanên Tirkiyê teqiya û ti ziyanên canî çênebûn.

Li gorî vê raporê, ew bombe teqemeniyeke bidestçêkirî bû ku bi rêya kontrolê ji dûr ve hatiye teqandin.

Ji bo tespîtkirina sedema teqînê lêkolîn dewam dikin.

Roja Çarşemê jî li parêzgeha Bursayê teqemeniya bidestçêkirî li otobusa kedkar û karmendên zîndana vê parêzgeha Tirkiyê teqiya ku di encamê de parêzvanekî zîndanê jiyana xwe ji dest da û şeş persenelên din ên zîndanê jî bi giranî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxanê.

Tevî ku ti kes û grûpekê berpirsatiya wan teqînan negirtiye ser xwe, lê hikûmeta Tirkiyê  van teqînan davêje ustiyê endamên PKKê .

PKKê vê dawiyê diyar kiriye ku ger Tirkiyê êrişên xwe ser bakura Iraqê ranewestîne, wê PKK şer bikişîne nav bajarên Tirkiyê. 

Serepeyv