Nîsan 20, 2022 21:52 Asia/Tehran
  •  Roja sêyem a destdirêjiya Tirkiyê ser bakûrê Iraqê: PKK û Tirkiyê amarên şer belav kirin

Di sêyemîn roja operasyona Tirkiyê ya li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, HPGê, baska leşkerî ya PKKê ragihand ku li Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan di pevçûnan de 62 leşkerên Tirkiyê û 7 hêzên PKKê hatine kuştin. Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihandiye ku li herêmê di şikeftekê de dest bi ser gelek çek û cebilxaneyê de girtine.

Li gorî nûçeya Rûdawê ji zarê medyaya nêzîkî PKKê, Amed Malazgirt (Fehmî Atalay), Fermandarekî Biryargeha "Navenda Parastina Gel" (NPG), wek baska leşkerî ya PKKê têkildarî êrîşa nû ya Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ku di 17ê Nîsanê de hat destpêkirin, daxuyanî daye.

Wî fermandarî got ku artêşa Tirkiyê di operasyonên Pence-Birûsk û Pence-Beledî de ku di 23ê Nîsana 2021an de li herêmê dabû destpêkirin, "nekarî bigihîje armanca xwe, tenê li hin cihên Avaşînê bi cih bû."

Wî fermandarê PKKê diyar kir ku Tirkiyê ji bo operasyonê vê carê "amadekariyên berfireh kirin" û şeva 14'ê Nîsanê bi 55 balafirên şer, bi dehan dronên biçek û bêçek û teknolojiya pêşketî, hawinên howitzer, tank û topan operasyon da destpêkirin.

Malazgirt, diyar kir ku di navbera 17-19ê Nîsanê de pevçûnên dijwar di navbera hêzên PKKê û leşkerên Tirkiyê de rû dane û got, 62 leşkerên Tirkiyê û 7 endamên HPGê hatine kuştin û 2 helîkopter jî hatine derbkirin.

 

Li aliyê din, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku di Operasyona Pençe-Kilîdê de heya niha 30 hêzên PKKê hatine kuştin.

Hulusî Akar li ser pirsa der barê Operasyona Pençe-Kilîlê de got ku di operasyonê de 2 jê îro heya niha 30 hêzên PKKê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê doh ragihandibû, ji destpêa şer ve 16 hêzên PKKê û 2 efserên wî welatî hatine kuştin.

 

Serepeyv