Nîsan 20, 2022 13:49 Asia/Tehran
  •  Li Bursaya Tirkiyê teqînek pêk hat: Kesek hat kuştin

Li navçeya Orhangaziyê ser bi parêzgeha Bursayê ya Tirkiyê, di dema derbasbûna otobusa karmendên girtîgehê de teqînek çê bû û li gor zanyariyên destpêkê kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat dibêje ku eger heye ew êrişeke plankirî be.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li Taxa Yeni Karaman ya navçeya Orhangaziyê îro sibehê 20ê Nîsanê di dema derbasbûna otobusa karmendên (gardiyan) girtîgehê dibirin kar de teqîn çê bû. Li gor zanyariyên destpêkê karmendekî girtîgehê canê xwe ji dest da û 1 jê bi giranî 4 karmend birîndar bûn.

Piştî teqînê gelek ambulans, polîs û tîmên rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat got: “Tê texmînkirin teqîn bi rêya bombeyeke bidestçêkirî û bi kontrolê ji dûr ve hatiye kirin. Di otobusê de nêzîkî 30 kes hebûn. Karmendekî girtîgehê canê xwe ji dest da. Yek jê giran û 4 birîndarên me hene.”

Serepeyv