Nîsan 19, 2022 17:22 Asia/Tehran
  • Li ser berdewamiya êrişa Artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê, daxuyaniyên nû ji aliyê Tirkiye û PKKê ve

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li herêma operasyona Pence-Kilîd û li xeta sînorê Metîna-Zap-Avaşînê efserekî wan hatiye kuştin. Li aliyê din PKKê da zanîn ku di şerê li Avaşînê de 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê duh Duşemê li sînorê qeza Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê û li deverên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyanê bi hinceta hebûna PKKê li herêmê operasyoneke nû ya dagirkeriyê bi navê Pençe-Kilîd da destpêkirin.

Di demekê de ku îro duyemîn roja birêveçûna êrişa nû ya artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ye, Wezareta Berevaniya Tirkiyê û PKKê derbarê şer û pevçûnên navbera xwe de daxuyaniyên nû dan.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li herêma operasyona Pence-Kilîd a li deverên Metîna-Zap-Avaşînê teqemeniyek bi efserekî wan ve teqiyaye û ew bi giranî birîndar bû ku piştre li nexweşxanê de can da.

Tirkiyê duh Duşembiyê ragihandibû ku 19 şervanên PKKê ji destpêka operasyonê Pence-Kilîd ve kuştine.

Ji aliyê din ve PKKê dibêje ku hêzên wê 12 serbazên artêşa Tirkiyê li navçeya Avaşîn a Başûrê Kurdistanê kuştin.

PKKê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê daye ku roja Duşemê 18ê Nîsana 2022ê saet 09:40 deqe hêzên artêşa Tirkiyê li Avaşîn hewl dane pêş bikevin, lê şervanên wê rê li ber wan girtiye.

Li gor vê daxuyaniyê, dema ku artêşa Tirkiyê hewl daye ber bi navçeya Werxelê pêş bikeve, şer derketiye û di şer de şervanên PKKê bi narincok û awayê yek kesî êrîşî artêşa Tirkiyê kirine û di şer û pevçûnan de 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

PKKê berî viya sibeha roja Duşemê jî ragihandibû ku li deverên Avaşîn û Zapê 28 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, 9 leşkerên din jî birîndar bûne û herwiha derb li du helîkopteran jî dane.

Ev di demekê de ye Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê heta niha kuştina efserekî welatê xwe di wê operasyonê de ragihandiye ku berê sibeha roja Duşembê bo ser navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê destpê kiriye.

Ev êrişa Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê piştî derbasbûna 3 rojan ser hevdîtina serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokomarê Tirkiyê Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan re di 15`ê Nîsanê de, pêk tê.

Serepeyv